Li Sûriyeyê şer û pevçûnên dijwar
Li Sûriyeyê şer û pevçûnên dijwar
Li Sûriyeyê şer û pevçûnên dijwar
Li Dera, Şam û Îdlibê şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê qewimîn. Her wiha li Humsê jî êrîşa bombeyî pêk hat û di encamê de 5 jê zarok bi giştî 12 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, îro di saetên serê sibê li Dera, Şam û Idlibê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de şer û pevçûn derketin. Li taxa Edra ya bajarê Dera şer di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê derketin. Hate gotin ku di pevçûnan de 2 endamên komên çekdar hatin kuştin. Her wiha hêzên rêjîmê bajarokê Dail ê Dera topbaran kirin. Hate gotin ku di encama topbaran de hin welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane. Malpera Mafên Mirovan jî destnîşan kir ku hêzên rêjîmê bajarokê Memtenê yê Quneytera, Edra ya Şamê û Dail a Dera topbaran kirin. Malperê diyar kir di encama topbaranê de zêdeyî 9 sivîlan jiyana xwe jidest dane.
Li bajarê Idlinê jî şer derketin. Hate gotin ku şerên herî dijwar li bajarokê Nibiş, Korîn derketin. Hate ragihandin ku li ser vê yekê hêzên rêjîmê gundê Flyûn, herêmên Korîn û Nibiş topbaran kirin. Li gorî agahiyan di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe jidest dane, her wiha endamekî komên çekdar hatiye kuştin.
Li paytext Şamê jî şer û pevçûn li herêma Xûta Şerqî derketin. Hate zanîn ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên rêjîmê bajarokê Eyaş ê Dêra Zorê topbana kirin. Hate gotin ku di encamê de zarokek û 2 sivîlan jiyana xwe jidest dane.
Malpera Çavdêriya Mafên Mirovan di nûçeya xwe de diyar kir ku li bajarokê Em El-Emed ê Humsê kesekî êrîşa bombeyî pêk anî. Hate gotin ku teqîn nêzî dibistaneke seretayî pêk hat û di encamê de 5 zarok bi giştî 12 sivîlan jiyana xwe jidest dane.