Li Sûriyeyê dîrokek dimire
Li Sûriyeyê dîrokek dimire
Li Sûriyeyê dîrokek dimire
Li Sûriyeyê, komên ser bi El Qaîdeyê yên bi taybetî li herêmên bakurê welêt bi bandor in, berhemên dîrokî, goristan û peykeran xera dikin. Şerê li welêt, li gel mirina 120 hezar mirovan rê li ber mirina dîrokekê vedike.
Sûriye ji çend ji bajarên herî kevin ên cîhanê re mêvandariyê dike. Beriya destpê kirina şer, beriya Adara 2011'an ev welat yek ji welatên xwedî bajar û berhemên dîrokî yên herî baş hatine parastin, dihat qebûlkirin. Lê belê şerê navxweyî, li gel pêşeroja Sûriyeyê, paşeroja vî welatî jî xera kir.
Ji sedî 90 ê 6 bajarên antîk û bermayînên wan, ku di lîsteya mîrateyên cîhanê de cih digire, vê gavê li bakur û rojhilatê welêt di nava herêmên pevçûnan de cih digirin. Tevî bombebarana hêzên rejîmê û êrîşên bombeyî yên mûxalîfan êdî hêzeke din heye ku bi hedefgirtina bajarên antîk û berhemên dîrokî gefê dixwe: El Qaîde.
Ev komên oldar ên radîkal beriya niha bi hilweşandina Bûdayên Bamiyan ên 1800 salî yên li Afganîstanê ketibûn rojevê. Afganîstan ne welatekî ku mîna Bûdayên Bamiyan xwedî gelek berhemên dîrokî ye. Lê bakurê Sûriyeyê ku komên radîkal zêdeyî saleke lê he heye, ne mîna Afganîstanê ye.
Dewleta Îslamî ya Iraqê, El Nûsra û komên ser bi wan, bi êrîşa li dijî dîrok û goristanên niha yên kêmneteweyên ne Misilman dest bi komkujiya dîrokê kirin û vê yekê bi êrîşa li hemberî peyker, dêrên dîrokî û keşîşxaneyan dewam dikin.
Gundê Maaloûla yê li bakurê Şamê jî bi tenê yek ji van e. Şêniyên vî gundê ku yek ji navendên kevnare yên xacê yê Xiristiyanên Orkotoks e, di encama êrîşên rêxista El Qaîdeyê de ji cih û warên xwe man. Keşîşxaneya Elîjah a li nêzî Al Qûsayr jî ji aliyê çeteyên ser bi El Qaîdeyê ve hat hilweşandin.
Di serdemên destpêkê yên şer de, piştî ku pevçûn li bajarê Hûmûsê zêde bû Dêra Ûm El Zinar a li bajêr ku weke yek ji dêrên herî kevin ên cîhanê tê qebûlkirin, ji aliyê komên mûxalîfên çekdar ve hatibû xerakirin. Dîsa zerar li Dêra Bustan el Dîvan a dîrokî ya li Hûmûsê hatibû dayîn û avahî nema karîbû bê bikaranîn. Êrîşeke din a li hemberî dêrên dîrokî li taxa Ermenî ya li Helebê li dijî Dêra Ermenî ya Sûrp Kevork hat kirin. Dêra ku di 29'ê Cotmehê hat şewitandin, hema bêjin bi temamî xesar dîtiye.
Sûriyeyê di heman demê de ji talan û mişextvaniya berhemên dîrokî jî para xwe distîne. Di meha Îlonê de di nûçeyek li kovara Time de hatibû ragihandin ku li ser sînorê Sûriye-Lubnanê di berdêla berhemên dîrokî de bazirganiya çekan tê kirin. Di nûçeya bi mora Aryn Baker de hatibû diyarkirin ku şeş herêmên Mîrateya Cîhanê ya UNESCO zerar dîtine û berhemên ji van deran û muzeyan hatine dizîn ji aliyê komên mûxalîf ên Sûriyeyî ve, di berdêla kirîna çekan de li bazara reş a li herêmên sînor, bi buhaneke kêm hatine firotin. Tê gotin ku di nava berhemên hatine dizîn de peykerên xweda yên Aramî yên ji sedsala 8'an a beriya mîladê mane, peykerên dema Roma, îkonên Xiristiyan ên dema zû, kaseyên Yahûdî yên ji dema Antîk mane, Kûranên antîka û gelek berhemên din ên dîrokî hene.
Li Sûriyeyê hînê hebûna 10 hezar berhemên dîrokî yên girîng hatine qeydkirin. Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hin avahiyên dîrokî bi temamî tine bûn, hin ji wan jî xesareke mezin dîtin. Di nava van de bajarên antîk ên li Şam û Helebê û hin berhemên din cih digirin. Agahiyên der heqê van avahiyên dîrokî diçe heta salên 3000'î Beriya Mîladê. Qesir û Mizgeftên li bajarên mijara gotinê jî çanda dema nêz a Rojhilata Navîn nîşan didin.