Li Sûrê derketina derve dîsa hat qedexekirin

Li navçeya Surê ya Amedê cara 5. derketina derve hat qedexekirin.

Li 6 taxên navçeya Surê ya Amedê ya ku her roj êrîşên polîs û tîmên taybet pêk tên qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Di daxuyaniya ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Li navçeya Sûriyê ya ji 15 taxan, li 6 taxan (Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz) û Kolana Gazî ji 2'ê Kanûna 2015'an seat di 05.00'an heta fermanekî din qedexeya kolanan hatiye îlankirin."

Li navçeya Surê herî dawî di 28'ê Mijdarê de piştî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat qetilkirin qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin û di 30'ê Mijdarê de qedexe bi dawî bibû.