Li Strasbourg greva birçîbûnê û trafîka dîplomasiyê

Li Strasbourg greva birçîbûnê û trafîka dîplomasiyê

Li paytexta Fransa Strasbourg greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropa di roja sêyemîn de didome.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Strasbourgê, roja Yekşemê li ber Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin, di roja sêyemîn de berdewam dike. Di nava 15 jê jin 30 kesên ku tevlî greva birçîbûnê bûne, nûnerên çepên Tirkiyeyî, MLKP, ATÎK û Serokê Federasyona Êzidiyan û nûnerên PYD'ê jî hene.

Di çalakiya bi pêşengiya KCD-E û TJKE'yê hatiye destpêkirin de bang li raya giştî tê kirin ku ji bo Kobanê bikevin nava hewldanan. Îro, tevî  endameke Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê, ji Federasyonên Yekîtiya Elewiyên Elmanyayê Ozgur Oz, ji Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê Huseyin Mat, ekîba Yol TV  û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar hatin serdanê.

Bi vê çalakiyê ve girêdayî heyeta ku Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî di nav de ye, li Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa de xebatên dîplomasiyê bi rê ve dibin.  Di rojên dawî de bi gelek parlamenteran re hevdîtin hatin kirin, hat xwestin Kurd ji bo Kobanê  bilez bikevin nav tevgerê.

Çalakiya greva birçîbûnê wê roja Şemiyê saet di 14.00’an, bi meşa ku wê ji ber avahiya KE’yê heta Qada Klebe berdewam bike, bi dawî bibe. Çalakgeran bang li her kesî kir ku bi awayekî xurt beşdarî vê meşê bibin.