Li Stenbolê terora polîsên AKP’ê

Li Stenbolê terora polîsên AKP’ê

Li navçeya Beyoglû ya Stenbolê polîsên AKP’ê di ser gelek malan de girtin.

Gelek polîsên girêdayî Midûriyeta Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê, di demjimêrên serê sibehê di ser gelek malên li Taxa Haci Ahmet ya navçeya Beyoglûyê de girtin. Di serdegirtinan de keseka bi navê Çîçek Akyuz binçavkirin. malbata Akyuz da diyarkirin ku, polîsan ji wan re gotiye, zarokên wan di çarçoveya operasyonên di bin navê “KCK”ê de û bi îdîaya “molotof avêtiye” hatiye binçavkirin. Hate diyarkirin ku, li Taxa Haci Ahmet di ser gelek malên din de jî girtine û dibe hêjmara binçavkiriyan zêde bibe.