Li Stenbolê polîsan êrîşî xwendekarên Kurd kirin
Li Stenbolê polîsan êrîşî xwendekarên Kurd kirin
Li Stenbolê polîsan êrîşî xwendekarên Kurd kirin
Xwendekarên Kurd li dijî zextên li zanîngehan li Galatasarayê çalakî lidar xistin, lê belê ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket.
Endamên Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF) li Galatasarayê çalakî lidar xistin, lê belê ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket.
DODEF'ê beriya niha bi demeke kurt bi şiyara "Emê bi Ruhê 68'an Polîsan ji Zanîngehan Biqewirînin" dabû destpêkirin. Endamên DODEF'ê li Fakulteya Orman a Zanîngeha Stenbolê bi armanca şermezarkrina êrîşên li hemberî xwedekarên mûxalîf xwestin bimeşin.
Xwendekarên li rawestgeha otobusan a Bahçekoy Kemerê hatin cem hev, ji ber astengiya polîsan biryar dan çalakiya xwe li Galatasarayê lidar bixin. Lê belê polîsan li ber Lîseya Galatasarayê jî êrîşî xwendekaran kirin. Xwendekaran jî bi fîşekên hewayî bersiv da êrîşa polîsan û pevçûn derket.