Di salvegera 24’emîn a destpêkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeyên Stenbolê jî bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat şermezarkirin. HDK, TJA, HDP, DBP, ANYAKAY-DER, MATUHAY-DER, DAD, OHD, NÇM û Enstîtûya Kurdî meş li dar xistin û bi hezaran welatî tev li meşê bûn.
BEYOGLÛ
Baskek meşê li Cadeya Îstîklalê ya navçeya Beyoglûyê pêk hat û bi sedan kes tev li bûn. Welatiyan dirûşma “Ji komployê re na” û “Bimire komploya 9’ê Cotmehê” berz kirin û komplo şermezar kirin. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan axivî û destnîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn û êdî dem dema azadiya Abdullah Ocalan e.
Parlamenter jî di nav de girse li Cadeya Îstîklalê dirûşm berz kirin û meş li darxistin, lê polîs meşê asteng kir. Omer Ocalan dîsa axivî û da zanîn ku her dever hatiye tecrîdkirin û her dever bûye qada êşkenceyê. Ocalan destnîşan kir ku ew komployê qebûl nakin û divê Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan bê azadkirin.
Komek nijadpereset li dijî girseyê hewl da provokasyonê derbixe. Polîsan mudaxileyî koma nijadperest nekir. Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî polîsan dan.
SILAV BO OCALAN
Piştî demekê polîsan êrîşî girseyê kir û gelek kes hatin destgîrkirin. Komek qelebalix li kuçeyan belav bû û dirûşma “Silav silav hezar silav li Îmraliyê” berz kirin. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî di nav da 4 kes bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.
KADIKOY
Girseya li ber Rêxistina HDP’ê ya navçeyê ya li ser Rêya Halîtaga ya li Kadikoyê, bi parlamenter Mûsa Pîroglû, Zeynel Ozen, Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Oncu, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Cengîz Topbaşli û parêzerên OHD’yî re hat ba hev.
Polîsan, nehişt girse bimeşe. Pêşî li girseyê girt. Piştre gava ku wê bikeve avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeyê polîs êrîşê girseyê kir û Hevserokê HDP’ê yê Kadikoyê Koray Turkay, Hevserokê OHD’ê yê Stenbolê Gurkan Îsteklî, parêzerên OHD’yî Emrah Baran Korkmaz û Bulent Aşa û Elvan Polat derb kirin û destgîr kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû bertek nîşanê êrîşê polîsan da û bi bîr xist ku 9’ê Cotmehê Komployeke Navneteweyî ye û ev gotin kirin: “24 sal bi şûn de ev welat bû dojeh û ma. DAÎŞ û OSO derketin, celadên xwînxwar derketin. Mirov ji tecrîdê re bibêje na, mirov ji dorpeçkirinê re dibêje na. Ji bo dengê me derneve tecrîdê li welêt dikin. Ez ji yên ku ji derketina dengê me acizin re dibêjim: Em hebûn, hene û wê hebin.“