KESK,DÎSK, Odeya Tabîban, TMMOB, Komela Elewiyan ya Demokratî, Partiya Şoreşger, Platforma Komeleyên Bakûr- Başûrêrojhilat (DGD) ji di nav de gelek rêxistinên civaka sivîl, êrîşên qirkirina siyasi ya li dijî HDP’ê protesto kirin.
Di civîna çapemeniyê ya li Şaxê Odeya Mihendizên Mekanîk a Stenbolê hate kirin de, girtina nivîskarên rojnameya Cûmhûryetê jî hate şermezarkirin.
Daxuyanî jia liyê Berdevkê Demê yê Platforma Şaxê KESK’ê Servet Akdag ve hate dayîn û wiha hate gotin: “Bi girtina hevserokên HDP’ê Salahatîn Demîtaş û Fîgen Yuksekdag ve êdî ketin demkî nû de. Êdî ne munmkîne ku rejîma AKP/Qesrê Tirkiye rêve bibe. “
GERÇEK: ROJA BI HEV RE BERXWEDANÊ YE
Serokê EMEP’ê yê bajêr Guven Gerçek jî anî ziman ku vîna gelekî ku 6 milyon deng aniye tine tê hesibandin. Gerçek diyar kir ku AKP’ê darbe vegerand fersendekî û êrîş dike.
Gerçek wiha got: “Desthilatdariya Qesrê dikare tişta bixwaze bike lê wê li beramberî vê berxwedana me jî hebe. Divê beşên cuda li hev kom bibin û eniya berxwedanê ava bikin. Roj roja li gel yek û berxwedan û hevrebûna hêzê ye.
BAŞ: EM Ê VÊ LÎSTIKÊ XIRA BIKIN
Serokê Giştî yê Tevgera Hevparên Hezîranê Ekrem Baş jî wiha got: “Li Tirkiye kedkar, şorşgerên gel, sosyalîst radestî vê tarîtiyê nabin. Bi şidet, zext û zoriyê dixwazin gelên li Tirkiyeyê teslîm bigirin. Ev destihilatdar ji bo xwe bigihînin armancên gelê Kurd û HDP’ê dikin hedef. Dijminê Kurdan çêdikin û dixwazin Kurdan bi tenê bihêlin, dixwazin hemû gelan teslîm bigirin. Ji bo em vê lîstikê têk bibin li virin.”
GUNAY: EM HEMÛ HEDFIN
Sekrektera Giştî ya Halkevlerî Nûrî Gunay jî diyar kir ku ji bo desthilatdar rejîma serokatiyê îlan bike bêhiqûqî û aqilê selîm tev digere. Gunay wiha anî ziman: “Yên ku van pêkanînên dij mirovane dixin meryetê, wê li bin vê de bimînin. Yên di hedefê de wekhevî,azadî û mirovên laîqtiyê dixwazin in.