Li Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin

Koma ku li ber Saziya Tiba Edlî ji bo cenazeyê Îbrahîm Çuhadar yê li dijî Navenda Polîsan ya 75’mîn Salê ya li Taxa Gazî çalakiya întîharê pêkanî bigirin, ji 21 kesên hatibûn binçavkirin 8 jê hatin girtin.

Duh binçavkirî derxistin Edliyeya Çaglayanê. 4 kes piştî lêpirsîna dozgeriyê serbest hatin berdan, 17 kes jî bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

Dadgehê derbarê nûçegihanê Kovara Yuruyuş Musa Kurt, Xwediya Weşanxaneya Tavir Bahar Kurt, Ferîdûn Osmanoglû, Osman Beyazkaya, Sîbel Kirlangiç, Dogan Taşdan, Îlkay Îşler, Cansu Ozturk biryara girtinê da, her wiha di nav de endama Koma Yorum yê di tundiya polîsan de zarê guhê wê teqiya Selma Altun jî 9 kes serbest hatin berdan.