Li Stenbolê 4 zarok bi hinceta "zerar dane malê cemaweriyê" hatin girtin.
Li Stenbolê roja borî di bin navê operasyona "KCK"ê de li gelek navçeyên navendî operasyon hatibû lidarxistin. Di operasyonê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û zarokên bi navê E.K., D.T., B.B. û S.S. bi îdiaya "zerar dane malê cemaweriye" binçav kiribûn. Zarokên ku sewqî edliyeyê hatin kirin bi heman hincetê hatin girtin.
10 kesên ku di heman operasyonê de hatin binçavkirin jî lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê didome. Kesên di bin çavan de ev in: Hesabgirê BDP'a Beyoglu Felat Abik, Huseyin As, Nezîr Dogan, Fehmi Ad, Çiçek Akyuz, Îlyas Akguç û Abdulkerim Kaplan.