Li Stenbolê 13 kesên binçavkirî sewqî dozgeriyê kirin

Li Stenbolê 13 kesên binçavkirî sewqî dozgeriyê kirin

13 kesên di bin navê operasyonê "KCK" de hatin binçavkirin, veguhestin dozgeriye hatin kirin. Duh jî 4 zarok hatibûn girtin.

Di 18'ê Îlonê de li Stenbolê operasyona di bin navê "KCK" de pêk hatibû. Di serdegirtina gelek malan de 4 jê zarok 17 kes hatibûn binçavkirin. Duh li dadgehê 4 zarokên bi navê E.K., DT., B.B, û S.S. bi îdaya zirar dane "malê dewletê" hatibûn girtin. Piştî lêpirsîna 13 kesên din ya li Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê sewqî dozgeriyê hatin kirin. 13 kesên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin îfadegirtina wan didome.