Li gundê Alaca yê navçeya Yildizelî ya Sêwasê ji ber pirsgirêka mêrga gund şer derket. Di şer de zarokên bi navê R.G. (15) û K.G. (17) hatin kuştin.
Hate zanîn ku, dema welatiyê bi navê Î.K (40), li mêrgê sewal diçêrand, bi zarokên R.G. û K.G. re niqaş kir. Piştî niqaşqê Î.K. debance berda birayên hev R.G û K.G û li cihê bûyerê 2 birayan jiyana xwe ji dest da. Î.K. piştî bûyerê hate binçavkirin. R.G. û K.G. ji bo otopsiyê birin nexweşxaneyê.