Li Serêkaniyê pevçûnên demî didomin
Li Serêkaniyê pevçûnên demî didomin
Li Serêkaniyê pevçûnên demî didomin
Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên DAIŞ/Cebhet El-Nusra didomin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din li derdora gundên Mişrafa, Çava li başûr û Rojavayê Serêkaniyê di navbera YPG’ê û komên çete yên DAIŞ/Cebhet El-Nusra pevçûnên demî diqewimin. Li gorî zanyariyên ji herêmê hatîn girtin, şevêdin di saet 2.00’an de komên çete ji aliyê gundê Mişrafa êrîşî Serêkaniyê kirine . Li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê komên çete neçar man paşve birevin.
Hate ragihandin pevçûnên derdora gundê Çava ku piraniya şêniyên wê kurdên Êzdî ne heta saetên sibê dom kirin. Di derbarê kuştî û birandarên heta niha agahiyên zelal nehatine girtin.
Duh jî Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çete piştî ku di şerên li gundê Elok yê Serêkanyê de şikestin, li derdora gundê Çava, Hemîd û Derdara yên 8 kîlometir rojhelatî Serêkaniyêne ne û gundê Mişrafa yê 4 kîlometir başûrî Serêkaniyê ye, hêzên xwe komî ser hev dike û amadekariyên êrîşan dikin.
Çavkaniyan diyar kir ku komên çete pêr êvarî bi wesayîtên leşkerî xwestin êrîşî gundê Elokê bikin, lê di encama berxwedana yekîneyên YPG'ê û YPJ'ê de neçar man ku ber bi gundî Çava ve paşve bikşin. Hate zanîn ku komên çete li gundê Hemîd yê li başûr û rojhilatê Serêkaniyê jî hêzên xwe komî ser hev dikin.
Komên çekdar li aliyê Bakurê Kurdistanê jî di nava tevgerê de ne. Hate zanîn ku dewleta tirk di dema şerên li gundê Elokê de, herêmê sinorê Serêkaniyê li pêşiya komên çete vekiribû û rê daye ku 20 çete derbasî Serêkaniyê bibin.