Li ser xeta Pozanti-Osmaniyeyê ciwanekî Kurd- Ezgî Başaran

Li ser xeta Pozanti-Osmaniyeyê ciwanekî Kurd- Ezgî Başaran

Nivîskara rojnameya Radîkalê Ezgî Başaran, di qunciknivîsa xwe ya rojnameyê ya îro de nameya ciwanek Kurd ê bi navê Ozgur Eksîk nivîsandiye û dibêje; “Ozgur Eksîk (eksîk:kêm) ciwanek Kurd ê 19 salî, hema bêje ciwantiya xwe mîna paşnavê xwe jiyaye”.

Başaran ji bo Qilaban, Pozanti û Osmaniyeyê jî dibêje; “Lê êdî navên hin cihan hene. Weke zîla ku Pavlov lêdixist, dengên wan ber guhê me lê dixin, lihevketina mîdeya me, şerm û têra ketina me ya bîra hêrsê dikin.” Nivîsa Başaran wiha ye:

Xweziya me jî bikariya mîna kuçikê Pavlov bihewta, da em bi qasî bizanin lêxistina zingilê tê wateya birçîbûneke zêde, hêsan û hoveber bûna.

Lê êdî navên hin cihan hene. Weke zîla ku Pavlov lêdixist, dengên wan ber guhê me lê dixin, lihevketina mîdeya me, şerm û têra ketina me ya bîra hêrsê dikin.

Mînak, gava hûn gotina Qilaban dibihîsin, hûn diêşin, dipijin, diqehirin.

An jî Pozanti… Ew girtîgeha bêyom ya ku zarokên keviravêj têde li rastî tecawizê hatin. Gava hûn dibînin yekser rûyê we sor dibe.

Hema piştî wê jî Osmaniye… Di dema ketina girtîgehê de heta kûnên derziyê li ser girtiyan digeriyan, girtî ji aliyê komên bi navê Robocop ve di qawişan de dihatin tazîkirin û lê dixistin, ev bi serdana parlementeran aşkere bû.

Şerm, dilxelîn û rondik.

***

Ozgur Eksîk (eksîk:kêm) ciwanek Kurd ê 19 salî, hema bêjî ciwantiya xwe mîna paşnavê xwe jiyaye. Îcar em xeta Pozanti-Osmaniyeyê ji wî guhdar bikin, em deyndarê wî ne: “Di 1’ê Îlona 2009’an de ez di dema beşdarbûna mitînga aşitiyê de hatim binçavkirin. Wêneyek nîşanî min dan, di wêneyê de hin kesên rûyê wan girtî bûn têde hebûn û ji wan kesan kesek nîşanî min dan û gotin ‘Ev tu yî?’. Ne ez bûm. Min avêtin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê ya ku mirovên gihiştî têde bûn. Min li ber çavên her kesê ji destê sergardiyanê bi navê Dordû dihat naskirin, lêxistina xêrhatinê xwar. Di roja 8’emîn de ez şandim Pozantiyê. Di ketina girtîgehan de ez ji aliyê gardiyanan ve hatim tazîkirin û bi borûyên plastîk li min xistin. Midûrê duwemîn ê girtîgehê ez bangî odeya xwe kirim û xwest destê wî ramûsim. Gava min destê wî maç nekir, ez avêtim nava girtiyên edlî. Hemû karên zor ên qawişê bi min didan kirin. Lêdan, tacîz, hûn çi bixwazin. Şevan ji tirsê xew nediket çavên min. Gava min dixwest bi girtiyên siyasî re bimînim, min birin ‘Odeya Rûxayî’, min rût û tazî kirin, bi ava şid û borûyan li min xistin. Gava vegeriyam qawişê, 2 rojan min nekarî ji nava nivînan derbikevim. Ger qala Pozantiyê bikim, pênûsa min têr nake.”

***

Ozgur rojek piştre çû hewastendinê û nivînên xwe şewitand. Piştre jî trasnferê Sîlîfkeyê hate kirin. Piştî 6 mehan jî tehliye bû. Lê dîsa naqede. Di 14’ê sibata 2011’an de di encama serdegirtina mala wî de tê binçavkirin, di 17’ê sibata 2010’an de serbest tê berdan. Dîsa naqede. Piştî 10 rojan ango di 27’ê sibatê de tê binçavkirin û tê girtin. Sedem: “Di 15’ê sibata 2011’an de wêneyek hatibû kişandin, dîsa nîşanî wî dan û jêre gotin ‘ev tu yî. Ne ez im, ez wê rojê di binçavan de bûm. Lê dîsa jî nebû. Hatim girtin û ez şandim Girtîgeha Osmaniyeyê. Ez nikarim behsa tiştên ku “A Takimi” (tîma A) dikirin, ji we re bikim. Di 26’ê gulana 2011’an de tehliye bûm, dîsa di 4’ê îlona 2011’an de ji ber îfadeyên kesek madeyên hişber bi kar tîne, ez dîsa hatim girtin. Ji wê rojê ve ez di Girtîgeha Îskenderûnê de me. Evane ne pevxistin in, hinek hatiye vegotin, lê piranî ne. Ji ber sucê avêtine stûyê min, me ji wana xwest ji bo piştrastkirina wê tomarên MOBESE’yê, sînyalên telefonê, şûna tiliyan, çi pêwîst be bînin lê bikolin. 9 meh in li bendê me, li bendê me, nehatin. Di 1’ê îlonê de ez dibim 20 salî. Min êdî baş zanî ka dewlet çiqas ji me hez dike.”

***

Ev jî beşek ji tiştên ku di gelek girtîgehan de tên serê ciwanên girtiyên siyasî, çîroka Ozgur bû. Hûn dikarin bawer bikin, dilê we dişewite, bêzar dibin, tê diçin, ji hev dikevin. Ha ji we re, Qilaban, Pozanti, Osmaniye… Peyvên ku em di wana dadiqurtînin, kêliyek tê û paş ve vedigere, ji jiyana me ya em rûtîn girantir e. Ger girantir be, bila Pavlov li zingilê bixe, em jî gilîza xwe birijînin û bileyîzin.

Têbinî: Nivîs ji Tirkî hatiye wergerandin.