Li ser pira di navbera Kendava Kirimê û Rûsyayê teqînek çêbû

Li ser pira di navbera Kendava Kirimê û Rûsyayê teqînek çêbû. Şêwirmendê Zelenskî ji bo teqînê got ‘Ev destpêk e.’

Li ser yekane pira Kendava Kirimê ya ku Moskovayê îlhak kiriye û Rûsyayê de kamyonek teqiya û agir pê ket.

Mîhaylo Podolyak ê ku şêwirmendê serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ye, ji bo xisara li ser pirê got ‘Ev hê destpêk e’ lê yekser negot ku Ukrayna berpirsê wê ye.

Podolyak li ser twîtterê got ‘Divê tişta derqanûnî were tunekirin, her tişta ku hatiye dizîn divê teslîmî Ukraynayê were kirin. Rûsya ku der dagir kiriye, divê ji wir were derxistin’

Serokê Parlementoya Kirimê Vladîmîr Konstantînov ji bo kesên teqîn kirin got ‘Hovên Ukraynayî’.

Medyaya dewleta Rûsyayê diyar kir trafîka li ser pirê hatiye sekinandin.