Li ser banga gel YPG'ê alîkarî da Atmayê

Li ser banga gel YPG'ê alîkarî da Atmayê

Hate ragihandin ku li herêma Ezazê heta Idlibê di şerê navbera Artêşa Azad û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra de gelê herêmê zirarê dibîne, lewre jî ji YPG'ê alîkarî xwestiye. Hate gotin ku li ser banga alîkariyê ya gelê Atmayê hêzên YPG'ê çûne herêmê û 2 bendên Dewleta Îslamî bidest xistine, herwiha heman kom ji wir derxistine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, şerê di navbera Artêşa Azad û Dewleta Îslamî ku ji herêma Ezazê heta Idlibê belav bûye, dom dike. Çavkaniyan destnîşan kirin ku ji van şeran herî zêde welatiyên sivîl zirarê dibînin, lewre jî hawara xwe digihînin YPG'ê.

 Hate ragihandin ku şevêdin gelê bajaroka Atma ya girêdayî Idlibê ji YPG'ê alîkarî xwest û daxwaza parastinê kir. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê ji bo parastina sivîlan çû herêmê û di navbera wan komên Dewleta Îslamî de şer derketiye. Hate gotin ku di encama şerê saetên serê sibehê de 2 bendên komên çete hatine bidestxistin û êrîşkar ji herêmê  hatine derxistin.

Hate gotin ku piştî bidestxistina bendan li herêmê şer sekiniye û niha aramiyek heye.