Li ser avahiya BDP'ê ya Çerkezkoya Tekîrdagê nivîsa "Kefen lêkirina tirkan hedê kê ye" nivîsandin.
Êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê û êrîşên lîncê yên li dijî rêveberên BDP'ê û kurdan her ku diçe zêde dibe. Şevê din komek nîjadperest li ser avahiya BDP'ê ya Çerkezkoya Tekîrdagê "Kefen lêkirina tirkan hedê kê ye" nivîsandin. Rêveberên BDP'ê bertek nîşanî vê yekê dan û anîn ziman ku, piştî li Çewlîkê li dijî karwana leşkerî êrîş pêk hat û şûnde êrîşên li hemberî BDP'ê zêde bûne.
Rêveberên BDP'ê anîn ziman ku, derbarê mijarê de lêkolîn û lêpirsîn dan destpêkirin. Rêveberan da zanîn ku, sala par jî dîsa li ser avahiya wan nivîsa "Şehîd namirin welat perçe nabe" nivîsandibûn û ala Tirk bi avahiyê daliqandibûn.