Li Sakaryayê êrîşa nijadperestan: Zarokekî Kurd bi giranî birîndar bû
Zarokê bi navê Y.R. ê ku ji bo xebatê çûbû Sakaryayê dema ku di telefonê de bi Kurdî diaxivî, êrîşî wî hate kirin. Hate diyarkirin ku Y.R. bi giranî birîndar bûye.
Zarokê bi navê Y.R. ê ku ji bo xebatê çûbû Sakaryayê dema ku di telefonê de bi Kurdî diaxivî, êrîşî wî hate kirin. Hate diyarkirin ku Y.R. bi giranî birîndar bûye.
Y.R. ê ku ji bo xebatê ji Rihayê çûbû Sakaryayê duh êvarî li parkekê êrîşî wî hate kirin. Piştî êrîşê Y.R. bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku rewşa wî giran e.
Li gorî şahidan dema ku zaroka dema bi telefonê diaxivî, 2 kes hatine ba wî jê cixare xwestin û êrîşî wî kirine. Kesê ku zarok telefonî wî kiribû jî ragihand di dema axaftina wan de dengê ‘Tu çima wisa diaxive’ hatiye wî û piştre deng zêde bûye.
Hate diyarkirin dibe ku ev êrîşeke nijadperest be û agahî nehate bidestxistin ku wê lêpirsîn were destpêkirin an na.