Di 21’ê Îlonê de li paytexta Rûsya Moskowê ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re civînek çapemeniyê bi navê “Têkoşîna Xweseriya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê” li navenda serbixwe ya civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.
Civîna Çapemeniyê ji aliyê Yekitiya yekitiya otonomiyên Kurdan ên BDT û KNK’ê ve hate lidarxistin. Di civînê de Serokê Yekitiya Otonomiyên Kurdan ên Rûsyayê Mîhrab Şamoyev, endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistnaê (KNK) Cemal Denîz, Serokê Otonomiya Çandê ya Kurdan Ferhat Parîyev, lêkolîner, pispor, akademîsyen, nunerên sazî û rêxistinên sivîl û gelek çapemeniyê amade bûn.
Axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Otonomiyên Kurdan Mîhrab Şamoyev ve hate kirin. Şamoyev got; “Kurd bi ezmûnên û dersên ji dîrokê girtine, îro têdikoşin û ji ber vê jî bê ku bikeve bin kontrola tu kesî, li ser xeteke serbixwe têkoşîna xwe ya azadiyê dimeşînin.” Her wiha, Şamoyev destnîşan kir ku gelê Kurd li Sûriyeyê hêzek sereke ne û xwest her kes rastiya vê hêzê bibîne û da zanîn ku ew ê bi berdewamî piştgirî bidin Kurdên Rojavayê Kurdistnaê.
Endamê KNK’ê Cemal Denîz jî di axaftina kir de got; “Li Sûriyeyê Kurdan navber xistiye navbeyna xwe muxalefet û rejîma Sûriyeyê, li ser axa xwe bi xwe dest bi avakirina xweseriya xwe kiriye. Li Sûriyeyê şêniya Kurdan xwedî girîngiyek mezin e û ji bo Kurd tu statuyek bi dest nexin, dewleta Tirk bi her awayî hewl dide. Ji ber hêza rêxistinî ya Kurdan hemû hewldanên dewleta Tirk hatine pûçkirin. Ji ber wê jî gava Tirkiye polîtîkayên xwe yên li hemberî herêmê amade dike, neçar e ku Kurdan jî bifikire.”
Gelek akademîsyen û pisporên Rojhilata Navîn ên ku beşdarî civîna çapemeniyê bûn nirxandinên girîng kirin û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn şansek pir mezin ketiye destê Kurdan û bang li Kurdan kirin ku vî şansî baş binirxînin.
Di civîna çapemeniyê de daxuyaniya kampanyaya îmzeyan a navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” jî hate xwendin û ji raya giştî ya Rûs hate xwestin ku piştgiriyê bidin kampanyayê. Beşdaran kampanyayê îmze kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo belavbûna kampanyayê piştgirî bidin.