Ji aliyê Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî di 6’ê îlonê de di qada navneteweyî de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de li Komara Adigey a Federasyona Rûsyayê civîna gel pêk hat.
Kurdên li Komara Adigey dijîn civînek pêk anîn û ji bo 20 kurdên ku li Helebê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin kuştin û gerîlayên şehîd ketine deqeyek rêz girtin. Kampanyaya îmzeyan ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev salek zêde ye di tecrîda giran de ye hatibû destpêkirin li Komara Adigeyê ji aliyê kurdan ve bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin.
Serokê Komeleya Agirî ya Kurd Feyzo Huseyîn axaftinek kir û di axaftina xwe de balkişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan di nava vê demê de rastî şîdeta fîzîkî, jehrîkirinê û porê wî hate kurkirin. Ligel evqas bêhiqûqiya mezin, Rêberê Gelê kurd dest ji polîtîkayên xwe yên aştî û biratiyê berneda. Ji ber Birêz ocalan naqokiyên Rojhilata Navîn ji berê de derxistibû û şert û mercên aştiyane û biratiyê ya Rojhilata Navîn pêşkêş kiribû. Dixwazin Gelê kurd ji rêberê wan qut bikin. Pirsgikek ku bi muxatabê wê re neyê axaftin dikare bê çareserkirin. Pêvajoyeke ku Ocalan tê de tune be pirsgirêka kurd dikare bê çareserkirin. Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin. Ji ber tecrîd îşkence ye.”
Her wiha kurdên ku ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî hatibûn nirxandin kirin û diyar kirin ku têkoşîna azadiyê mezin bûye û bi taybetî li bi geşedanên li Rojavayê Kurditanê derketiye pêş divê her kes zêdetir tevli têkoşînê bibin.
Di civînê de biryar hate girtin ku divê kurd çar parçeyê Kurdistanê û kurdê Komara Adiger ji bo serkeftina kampanyayê zêdetir bixebitin.