Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê grevê dest pê kir
Piştî ku çalakvanan ji bo grevê bang kirin û îro wekî roja protestoya Îranê îlan kirin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê protesto û grevê dest pê kir.
Piştî ku çalakvanan ji bo grevê bang kirin û îro wekî roja protestoya Îranê îlan kirin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê protesto û grevê dest pê kir.
Beşek ji çalakvanan di torên civakî de bang kirin ku îro li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bibe roja raperîna dijî Komara Îslamî. Her wiha 400 nivîskar û wergêrên Îranê û derveyî welat bi daxuyaniyên cuda bang li kom û sendîkayên Îranê kirin ku li seranserî Îranê dest bi greva giştî bikin.
Li beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê greva giştî dest pê kir û li gelek zanîngeh û bajarên Îranê xwepêşandan û nerazîbûnan dest pê kir.
Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên parvekirin, li bajarê Sine, Mehabat, Ciwanro, Bokan, Merîwan, Seqiz, Dîwandere û çend navendên din ên Rojhilatê Kurdistanê esnafan bi girtina dikanan dest bi grevê kirin.
Her wiha li gel greva giştî ya Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Meşhed, Efsehan, Tehran, Şîraz, Kerec, Sine û çend bajarên din welatî daketin qadan û niha li van bajaran xwepêşandan berdewam dikin.
Her wiha mîna rojên din, careke din xwendekarên zanîngehên Elzehra, Azadî ya Tehranê, Zanîngeha Navneteweyî ya Qezwên û Zanîngeha Şerîfî ya Tehranê li gel boykotkirinê dest bi raperîn û çalakiyên nerazîbûnê kirin. Xwendekar dixwazin xwendekarên hatine destgîrkirin, werin berdan.