Li Komeleya Kurdan a li bajarê Franse Rennesê, bi beşdariya Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar civîna gel hate lidarxistin. Aydar di civînê de axivî û da zanîn ku zextên li hemberî Kurdan nikarin gav ber bi paş ve bi têkoşîna Kurdan bidin avêtin.
Li bajarê Rennesê, li Mala Gel a Kurdan a Amarayê, bi beşdariya bi sedan Kurdan û dostên wan civînek hate lidarxistin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî weke axaftvan beşdarî civînê bû.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê, Aydar destpêkê 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê pîroz kir. Aydar destnîşan kir ku ji bo aşitiyeke bi rûmet pêk bê, îro gelê Kurd û hêzên wê bedelên gelek mezin dane û diyar kir ku li hemberî hemû zextan gelê Kurd hîna jî ji bo aşitiyê diqîre.
Aydar bal kişand ku dixwaze siyaseta Kurdan bi polîtîkayên xwe yên qirêj parçe bike û got ku Kurd dê bi hêza xwe van lîstokan hemû pûç bike.
Aydar destnîşan kir ku pêkhateya Kurdan a roja îro bi xêra vîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan pêk hatiye. Aydar wiha berdewam kir; “Hêza gerîla ya vê serhildana herî mezin û dawî di cîhanê de gihiştiye asteke bêhempa û em dikarin bêjin, ev hêz dê di demên pêş de li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêzek diyarker. Aydar da diyarkirin ku heta roja îro AKP digot qey ew ê bi hevgirtina bi Îran û Iraqê re tevgera gelê Kurd têk bibe û got ku xwe dixapîne.
Aydar da zanîn ku agirbesta ku PJAK’ê di Îlona 2011 de bi Îranê re ragihand, lîstokên qirêj ên Tirkiyeyê têk bir û bal kişand ku li Sûriyeyê jî li hemberî hemû hewldanên Tirkiyeyê Kurdan xwe ji şer dûr xist û statuya xwe ava dikin.
Aydar diyar kir ku hêza Kurdan heye ku zêdetir li hebmerî hukûmeta AKP’ê li her qadê zêdetir têbikoşe û got; “Tiştên ku di salên 1994’ê de li hemberî me pêk dianîn, dixwazin îro li hemberî parlementerên BDP’ê pêk bînin. Lê ev yek nikare têkoşîna azadiya gelê Kurd ber bi paş ve bibe.”
Piştî civînê, stada îmzeya a ku li seranserê cîhanê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate danîn. Aydar ragihand ku ew armanc dikin ku li Ewropayê zêdetirê 4 milyon îmze kom bikin û da zanîn ku ew ê di roja pêşçeşmê de bi civîneke çapemeniyê der barê kampanyayê de agahiyên berfireh bidin.
Civîn bi dirûşima “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.