Li Qereqola Gazî ya Sultangazî ya Stenbolê teqînekî tund rû da. Hate hînbûn ku, di teqînê de kesek mir û nêzî 10 kesan jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine girtin, di nava Qereqola Gazî ya girêdayî navçeya Sultagaziyê teqînekê rû da. Di teqînê de nêzî 10 kesan birîndar bûn û cesedê kesekê jî hate dîtin.
Li gorî agahiyên destpêkê, hate ragihandin ku bombeyek zindîbû ketiye hundir û çalakî pêkaniye. Gelek ambûlans û îtfaye şandin cihê bûyerê.