Li Pîsa, Toûloûse, Trîer û Tîrolê çalakiyên ji bo Ocalan

Li bajarên Pîsa yê Îtalya, Toûloûse yê Fransa, Trîer ê Elmanya û eyaleta Tîrol ê Avûstûryayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

PÎSA

 Li bajrê Pîsa yê Îtalyayê bi tevlîbûna Kurdistanî û Îtaliyan meşek ji bo ‘Azadiya Ocalan’ hate lidarxistin.

Çalakvanan peyama “Heta agahiyek pêbawer ji ewlehî û tenduriya Abdullah Ocalan bigirin’ wê çalakiyên xwe dewam bikin da.

Li gel saziyên Îtaliyan ji beşên cuda jî tevlî meşê bûn û meş di saet 15:00’an de ji Qada Vîttorîa Emanûele destpê kir. Meş saet 18:00’an li Qada Martîno bi dawî bû.

Duh jî Kurdistaniyan, ji bo Walîtiya Pîsa dosyaya têkildarî Ocalan amadekiribûn pêşkêş kirin. Walîtiyê jî diyarkiribûn ku ji rewşê agahdarin û wê mijarê bixin rojeva meclîsê.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê ciwanên Kurd ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza heyetek ji CPT’ê biçe Îmraliyê li Balafirgeha Blagnec a Toûloûseyê çalakiya bêîtîhatiya sivîl pêk anîn.

Di daxuyaniya çalakiyê de hate kirin, bal kişandin ji ewlehî û tenduristiya Ocalan bi fikarin.

Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” qîrkirin. Çalakî bi belavkirina belavokan ve bi dawî bû.

TRÎER

Li bjarê Trîer ê Elmanyayê ji bo ewlehî û tenduristiya Oclana çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya ku ji aliyê YXK Trîerê ve hate organîzekirin, li Porta Nîgra yê hate lidarxistin.

Sorgul Bariş a di çalakiyê de axivî, bal kişand ser şert û mercên tecrîda li dijî Ocalan, anî ziman ku îxlalên mafê mirovan tên kirin.

Hat diyarkirin ku tevî ku Tirkiye Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropayê îmaze jî kiriye, di kesayeta Ocalan de li dijî vîna gleê Kurd sûcê mirovahiyê dike.

Hate ziman ku divê bi lezgîn YE’yê bikeve nava liv û tevgerê.

Di çalakiyê de li ser navê PYD’ê Îsa Zerdeş jî axivî. Zerdeş berxwedana gelê Kurd silav kir û diyar kir ku ji Rojhilata Navîn awa bigire divê destek bê dayîna pradîgmaya gel a azad a Ocalan.

Çalakiya têde belavok jî hatin belavkirin bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû” hate qîrkirin ve bi dawî bû.

TÎROL

Li bajarê Înnsbrûck ê eyaleta Tîrol a Avûstûryayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate organîzekirin. Meşa ku ji pêşiya peykerê Annasaûle destpê kir li pêşiya Annasaûleyê bi dawî bû.

Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Terorîst Tirkiye” hate qîrkirin, belavok hatin belavkirin.