Li Pîranşarê kolberek hat qetilkirin
Hat hînbûn ku Sêşemiya bihorî li herêma sînor a bajarê Pîranşarê kolberek ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat qetilkirin.
Hat hînbûn ku Sêşemiya bihorî li herêma sînor a bajarê Pîranşarê kolberek ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat qetilkirin.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê şeva Sêşemiya borî li sînorê bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewleta Îranê gule li komek kolberan reşandine, di encama wê gulebaranê de kolberê bi navê Şiwane Muradî Eqdem ê ji gundê Gezgesk a Pîranşarê jiyana xwe ji dest daye.
Muradî Eqdem 42 salî û bavê 3 zarokan e.