Kurdan di Cejna Mirovahiyê ya li paytexta Franse Parîsê de bi awayeke çalak xebitîn û di encamê de, di sê rojan de 35 hezar îmze kom kirin. Kurdan xwe gihandin nêzî 100 hezar kesî û der barê rewşa Ocalan de agahî da.
Fete de l’Humanite (Şahiya Mirovahiyê) ya ku li berbajarê Parîsê La Courneueveyê ji aliyê Partiya Komunîst a Franse (PCF) di sê rojan de hate lidarxistin. Gelek partiyên çepgir ên ji cîhanê û bi sedan rêxistinên sivîl beşdar bûn.
Gelê Kurd ji sala 1995 ve bi kon û şahiyên xwe ve beşdar dibin û Kurd tevlîbûna herî xurt îsal pêk anîn. Kurdistaniyan bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistan re Statu” konê xwe vedan û ji bo azadiya Ocalan dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Ciwanên Kurd, di sê rojan de kolan bi kolan geriyan îmze kom kirin. Bi vî awayî Kurd di mihrîcanê de bûn hevpişka herî çalak. Di konê Kurdan de xwarinên Kurdî hatin pêşkêşkirin, jinên Kurd bi kincên xwe yên kevneşopî bal kişandin ser xwe. Di şahiyê de bê navber muzîka Kurdan hate danasîn. Her wiha, ji bo zarokên Kurdan ên li rastî zext û îşkenceya polîs û leşkerên Tirk tên pêşangehek hat vekirin.
Şahiya Mirovahiyê ya ku her sal ji aliyê Partiya Komunîst a Franseyê ve tê lidarxistin, îsal ji aliyê 650 hezar kesî ve hate ziyaretkirin.
REKORA ÎMZEYAN
Stada Kurdan ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) û Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdan a li Parîsê ve hate organîzekirin. Meclîsa Gel a Kurdan, rêxistina ciwanan, tevgera çandê û rêxistinên jinên Kurd bi awayeke çalak piştgirî dan çalakiyê. Her wiha, di roja duwem a Şahiya Mirovahiyê de bi beşdariya Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û Nunerê PYD’ê Xalid Îsa, ji Peywendiyên Derve ya PCF Sylvie Jean, akademisyen Pascal Torre panela der barê pirsgirêka Kurdan de hate lidarxistin.
Di encama xebatên çalak ên Kurdan ên di şahiyê de, di çarçoveya kampanya “Ji Ocalan re Azadî” de 35 hezar îmze hatin berhevkirin. Serokê FEYKA Mehmet Ulke ji di daxuyaniya da ANF’ê de ragihand ku di sê rojan de nêzî 35 hezar îmze hatine berhevkirin.
JI ZÊDETIRÊ 100 HEZAR KESÎ RE QALA OLANA HATE KIRIN
Ulke da zanîn ku roja 60-70 kes ji bo berhevkirina îmzeyan digeriyan û ji zêdetirê 100 kesî re qala rewş û têkoşîna Ocalan hatekirin. Ulke got; “Me ji bi qasî ku hêvî dikir, zêdetir me îmze berhev kir. Em weke FEYKA, hemû rêxistinên jinan , ciwanan û çandê yên Kurdtebrîk dikin. Rêbazek pir kolektîf a xebatê derket holê.”