Li Nisêbînê polîsan girtin ser malan

Li Nisêbînê polîsan girtin ser malekê. Hat diyarkirin ku di serdegirtinê de jinekê jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye. Piştî bûyerê Hevseroka DBP'ê ya berê Bedîa Adîguzel li Nisêbînê hat destgîrkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotmayê, duh êvarê polîsan bi ser maleke li Kolana Sakarya ya Taxa Kişla ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê de girtine. Ji malê dengê teqîn û çekan hat û hate diyarkirin jineke ku tê diyarkirin gerîlaya YJA Starê ye şehîd ketiye. Di êrîşê de kesek jî birîndar hate girtin. Piştî bûyerê polîsan girtin ser gelek malan.

Polîs ketin gelek malên vala û alavên di nava malê de belav kirin. Xwediyên van malan ne li malê bûn, di dema lêgerînê de derî hatin şikandin û piştre derî hatin kelijandin.

Hat diyarkirin ku mala ku bûyer lê qewimiye ya Hevseroka berê ya Navçeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bedîa Adîguzel e û Adigûzel jî hatiye destgîrkirin.

Cenazeyê jina ku nasnameya wê nehat hînbûn birin morgê û agahî nehate stendin ku birîndar û Adiguzel birine ku derê.