Li Nisêbînê 7 kes hatin destgîrkirin
Li Nisêbînê duh di avêtina ser malekê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê li navçeyê 7 kes hatin destgîrkirin.
Li Nisêbînê duh di avêtina ser malekê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê li navçeyê 7 kes hatin destgîrkirin.
Duh li Kolana Sakarya ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê polîsan avêt ser malekê. Di avêtina ser malê de kesek jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê kesek jî bi birîndarî hatiye destgîkirin.
Piştî bûyerê di avêtina ser malan de tevî Bedîa Adiguzel ji heman malbatê Celal Ogûz û hevjîna wî Edîbe Ogûz, kurê wî Cîhan Ogûz, keça wî Halîme Ogûz hatin destgîrkirin. Her wiha keskî navê wî nehat hînkirin û Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Remziye Bayhan jî hatin destgîrkirin. Polîsan kesên destgîkirin birin midûriyeta polîsan a navçeyê.