Li navçeya Basa ya Şirnexê du kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Basa ya Şirnexê serê sibehê di serdegirtina malan de 2 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Basa ya Şirnexê serê sibehê di serdegirtina malan de 2 kes hatin destgîrkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leşkerên Tirk li gundê Bana yê navçeya Basayê avêtin ser hin malan.
Hate ragihandin ku di serdegirtinê de Resûl Kaya û Abdûllah Ekîn hatin destgîrkirin.
Kaya û Ekîn birin fermandariya jendermeyan a bajêr.