Li Moskowê ji bo Azadiya Ocalan kampanya îmzeyan

Li Moskowê ji bo Azadiya Ocalan kampanya îmzeyan

Kampanyaya îzmeyan a navneteweyî ku di 6’ê Îlonê de ji aliyê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî li Brukselê hat destpêkirin, berfireh dibe. Li Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî bi civîna gel a li paytexta Rûsya Moskowê dest bi kampanyayê kir.

Civîn birêzgirtina ji bo bîranînên 20 Kurdên li Helebê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatin qetilkirin û gêrîlayên di rojên dawî de jiyana xwe ji dest dan, hate destpêkirin. Kurdên li Rûsyayê dijîn kampanyaya îzmeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev ji salekê zêdetir e destûrê nadin bi parêzeran re hevdîtinê pêk bîne, bi coşek mezin hate pêşwazî kirin.

Di civînê de Serokê Komeleya Kurdên Mezopotamyayê Refîq Kamil axivî û got; “Di pêşveçûna tekoşîna azadiya gelê Kurd û naskirina gelê Kurd ya ji aliyê tevayî cîhanê ve, tekoşîna bi biryar ya Rêber Apo diyarker e.” Kamil ragihand; “Rêber Apo ku îro vîna azad bi me da qezenckirin, ji ber vê çendê pêwîste her kurdek jî ji bo azadiya Rêber Apo tekoşînek çalak bide û her kurdek di vê de berpirsyar e.”

Kurdên ji Rojava û Bakûrê Kurdistanê jî hatin di civînê de nirxandin kirin û diyar kirin ku, tekoşîna azadiyê mezin bûye, her wiha bi taybet li gel pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê pêwîste her kesek hîn bêhtir bi çalak tevlî tekoşînê bibe. Di civînê de sînevîzyona Konseya Rêveber ya KCK’ê ku behsa tevgera şoreşgerî ya ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û li Şemzînan û Elkê didome û banga Kurd biçalak tevlî pêngava azadiyê bibin hate pêşandan. Sînevîzyon û axaftin bênavber ji ber çepik û sloganên “Bijî Serok” Apo hatin qutkirin.

Civîna ku kurdên ji çar perçeyên Kurdistanê û kurdên bi sedan sal in li Rûsyayê dijîn jiyanek hevpar durist kirîn, ji bo kampanyaya îmzeyan serkeftî derbas bibe, biryar hate girtin ku herkes berpirsyar be.

Kampanya îmzeyan ya li Moskowê hate destpêkirin, di rojên pêş me de li bajarên din yê Rûsyayê jî dê ji aliyê rêxistinên Kurdan ve bê destpêkirin.