Li MKE’yê teqîn: 4 kes birîndar bûn
Li fabrîkeya Endustriya Makîna Kîmya (MKE) ya li Enqereyê teqînek çêbû û 4 karker birîndar bûn.
Li fabrîkeya Endustriya Makîna Kîmya (MKE) ya li Enqereyê teqînek çêbû û 4 karker birîndar bûn.
Di fabrîqeya Endustriya Makîne û Kîmyayê (MEK) ya li Kayaşa Enqereyê de teqîn rû da. Bi teqînê re di fabrîqeyê de şewat derket. Piştî teqînê tîmên tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Şewat belavî daristanê jî bû.
Piştî teqînê karker hatin tehliyekirin. Her wiha tîma Nukleer û Radyasyonê ya Biyolojîk Kîmyasalê ya AFAD’ê jî şandin cihê bûyerê.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku di teqînê de 4 karker birîndar bûne.
Di meha bihûrî de li Fabrîqeya Roket û Teqemeniyê ya MKE’yê ya li navçeya Elmadaga Enqereyê jî teqînek çêbûbû.