Li Mêrsînê terora polîsan: 11 jê zarok 18 binçavî

Li Mêrsînê terora polîsan: 11 jê zarok 18 binçavî

Li Mêrsînê di terora serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. 11 jê zarok bigiştî 18 kesên ku bi îdîaya di dîrokên cûda de tevlî bûyerên civakî bûne, hat hînbûn li Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê tên ragirtin.

Li Taxa Yenî Hal ya navçeya Akdenîz û Taxên Tûrûnçlû, Akbelen, Alsancak, Çûkûrova yên ser bi navçeya Toroslar yên Mêrsînê polîsan hemwext li ser malan de girtin. Di operasyona yekîneyên Şaxa TEM’ê li darxistîn de 11 jê zarok bigiştî 18 kes hatin binçavkirin. Terora serdegirtina malan ya bi îdîaya di dîrokên cûda de tevlî bûyerên civakî bûne didome. Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: “ Seyithan Karahan, Çektar Baltekîn, Dilgeş Serîn, H.A, M.Y, N.E, F.A, N.R, A.A, O.M.Y, P.E, Ş.H, D.H, A.A.

Weke din jî piştî nîvro kesekê binavê Ahmet Bakirhan li ber Girtîgeha Girtî ya Mêrsînê hate binçavkirin. Hate ragihandin ku operasyon hêjan didomin.