Li Mersînê qirkirina siyasî: 7 kes hatin girtin
Li Mersînê ji kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 7 kes hatin girtin.
Li Mersînê ji kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 7 kes hatin girtin.
6 kesên ku piştî çalakiya fedaî ya 26'ê Îlonê ya li ser navenda polîsan a li Mersînê hatin destgîrkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê 6 kes radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mersînê kir. 5 kes hatin girtin, têkildarî kesekî biryara deportkirinê hate dayin.
Di lêpirsîneke din a qirkirina siyasî de jî Abdûllah Kizilkaya û Abdulhadî Bozan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin.