Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin

Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin

Li Mêrsînê di encama serdegirtina malan de kesekê binavê Polat Ozbey hate binçavkirin. Ozbeyê ku sedema binçavkirina wî nehate zanîn, hate dîtin ku birin Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê.

Yekîneyên Şaxa TEM’ê li Taxa Demîrtaş ya girêdayî navçeya Toroslar ya Mêrsînê di ser malekê de girt û kesê binavê Polat Ozbey binçavkirin. Ozbey ku sedemê binçavkirinê nehate zanîn, hate dîtin ku birin Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê. Ozbeyê hate binçavkirin 2 birayê wî niha di operasyonên di bin navê “KCK”ê de girtîne, dayîka wî jî Meryem Ozbey jî heftiya borî hatibû binçavkirin.