Li Mêrsînê 4 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Mêrsînê 4 jê zarok 8 kes hatin girtin

Ji 12 kesên li Mêrsînê hatin binçavkirin jê 4 zarok 8 kes hatin girtin.

Li Mêrsînê 12 kesên bi hinceta tevlî Newroz bûn û kevir avêtin polîsan hatin binçavkirin sewqî adliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Mêrsînê hatin kirin. Piştî îfadeyên dadgehê V.S., M.K., Ş.A., N.D. û Mesut Yilmaz, Mazlum Yilmaz, Veysel Kerem û Seîd Kose bi îdîaya "kevir avêtin polîsan" û "sloganên dijzagonî berz kirin" hatin girtin û 4 kes jî serbest hatin berdan.

Hate zanîn ku, ji zarokên hatin girtin M.K. (17) di heman demê de mexdurê Girtîgeha Pozantiyê ye. M.K. di çarçoveya zagona serbestberdan kontrol hatibû berdan û dema ku ji bo îmzayê bavêje çû Qereqola Polîsan ya Sîtelerê hatibû binçavkirin.