Li Mersînê 11 kes hatin destgîrkirin
Li Mersînê serê sibehê di serdegirtinan de herî kêm 11 kes hatin destgîrkirin.
Li Mersînê serê sibehê di serdegirtinan de herî kêm 11 kes hatin destgîrkirin.
Serdegirtin bi lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mersînê hate kirin.
Polîsên Tirk bi îdîaya ku di pîrozbahiyên Newrozê de 'propaganda rêxistinê' kirine û amadekariya çalakiyê kirin 11 kes destgîr kirin.
Li gorî agahiyan ji kesên hatin destgîrkirin navê du kesan Şiyar Ogûz û Mûhammet Tûtmaz in.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mersînê.