Li Mersînê 11 kes hatin destgîrkirin
Li Mersînê di serdegirtina malan de bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrzoê bûne 11 kes hatin destgîrkirin.
Li Mersînê di serdegirtina malan de bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrzoê bûne 11 kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Mersînê avêtin ser gelek malan.
Bi îdîaya ku di pîrozbahiyên Newrozê de 'propaganda rêxistinê' kirine A.R., A.B., F.B., N.A., Z.A., N.E., R.A., R.B., Z.A., K.H., A.H., M.A., M.H. û A.A.A. destgîr kirin.
Di serdegirtinên serê sibehê de deriyê malan hatin şikandin û alavên di hundir de hatin serûbinkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mersînê.