Li Mêrdînê konferansa ‘Jiyana hevpar a demokratîk’ dewam dike

Konferansa Konferansa Gelan, Baweriyan û Hevjiyana Demokratîk a li Mezopotamyayê ku ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve li Mêrdînê hat lidarxistin, bi nîqaşan dewam dike.

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Mêrdînê “Konferansa Konferansa Gelan, Baweriyan û Hevjiyana Demokratîk a li Mezopotamyayê” ya li Mêrdînê bi panelan ve domand. Panela ku bi moderatoriya parêzer Ahmet Ozmen ve hate lidarxistin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate gotûbêjkirin.

ESTÛKYAN: PÊVAJO JI BO HEMÛ GELAN GIRÎNG E 

Dîroknas Mehmet Bayrak, qala pêvajoya erdîgariya Mezopotamyayê kir û got Mezopotamya xwedî çavkaniyeke dîrokî ye.

Berpirsiyarê rûpela Ermenî ya Rojnameya Agosê Pakrat Estûktan, qala dîroka berê Komkujiya Ermenan kir û diyar kir ku polîtîkayên deweletê yên 100 salan xwe dispêre hişmendiya tekparêziyê. Estûkyan, destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Kurd û Tirkan çi qas girîng be ji bo gelên Ermen, Suryan, Ereb û yên din jî ewqas girîng e. Estûkyan, diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê.

 BURÇ: DIVÊ EM HEVDU BAŞ NAS BIKIN

Gerînendeyê Giştî yê Îlke TV’yê Eyup Burç, destnîşan kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo pir girîng e û got: “Em çi qas baş hevdu binasin dê şansê me yê avakirina civaka demokratîk ewqas zêde bibe.”

GULTEKÎN: DIVÊ EM KARIBIN BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ VE BIJÎN

 Zimanzan Omer Gultekîn, diyar kir ku pênasekirina gelan wek “reng” ne rast e û ev tişt got: “A rast em hemû gelên vê axê ne. Em ne reng in. Em mirovên vir in. Em li vir dijîn. Ger Îngilizek were vir bijî dibe reng lêbelê Kurd, Ereb û Suryan ne reng in. Divê me bi zimanê me ve qebûl bikin. Divê em karibin bi zimanê xwe yê dayikê ve bijîn.”

GENÇ: DIVÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK BÊ LÊKOLÎNKIRIN

Koordînatora Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk Yuksek Gençê, diyar kir ku çareseriya qeyranan di rastiya dîrokî de ye û got: “Divê fikra neteweya demokratîk a rêzdar Ocalan ji nû ve bê lêkolînkirin.”