Li Mêrdînê dayekeke 72 salî û 6 kesên din hate destgîrkirin
Dewleta Tirk li Mêrdînê dayikeke 72 salî jî di nav de gelek Kurd destgîr kirin.
Dewleta Tirk li Mêrdînê dayikeke 72 salî jî di nav de gelek Kurd destgîr kirin.
Polîsên Tirk vê sibehê jî bi terora destgîrkirinê 7 Kurd destgîr kirin. Dayika 72 salî jî di nav de 7 kes bi hinceta 'alîkarî dane rêxistinê' hatin destgîrkirin û 24 saetan nehiştin ku parêzerên wan, wan bibînin.
Diyar bû li navçeya Stewrê, nivîskar û hevşaredarê berê yê navçeyê Mehmet Aydin Alokmen, endamê HDP’ê Bedîî Yilmaz û Ayşe Bozan; li navçeya Midyadê jî Serokê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Pîşesazkarên Cil û Berg û Tekstîlê ya Mêrdînê Halîl El, esnafê navçeyê Mahsûm Bîlkay, Meles Gultekîn a 72 salî û kesekî bi navê Zekî hatin destgîrkirin.