Li Mêrdînê çalakiya Rojava: ‘Em ê bi hev re vê lîstokê xira bikin’
Li dijî êrîşên li ser Rojava li navçeya Artûklû ya Mêrdînê daxuyanî hate dayîn.
Li dijî êrîşên li ser Rojava li navçeya Artûklû ya Mêrdînê daxuyanî hate dayîn.
Daxuyanî li Taxa Stasyonê hate dayîn. Hevserokê Artûklû yê DEM Partiyê Mehmet Bîngul di daxuyaniyê de axivî û bang kir ku êrîşên li ser Rojava bên rawestandin.
Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan jî diyar kir ku gelê Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava bi rojane li qadan e û polîtîkayên Tirkiyeyê rexne kir. Aslan ev peyam da, “Em ê bi hev re vê lîstokê xira bikin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan bi dawî bû.