Li Mannheimê coşa Kurdistanê

Li Mannheimê coşa Kurdistanê

Mihrîcana 20’emîn a Çand Hunerê ya Kurdan a Navneteweyî li bajarê Mannheima Almanyayê bi coşeke mezin berdewam dike.

Di mihrîcana ku zêdetirê sedhezar kes tevil bûn de, hunermend Çopî, bi stranên xwe girseyê li ber stranên xwe coşand.

Piştre gelek dostên Kurdan derketin ser dike. Nunera Partiya Çepgir a Alman Hayka Hemfeld û Parlementera Partiya Çepgir a Ekvadorê Roksana Alvarados axivîn. Hemfeld û Alvarados di axaftinên xwe peyamên piştevaniya bi gelê Kurd re dan.

Piştî axaftina Koma Erbane derket ser dikê û koma folklorê ya mezin a ji her çar parçeyên Kurdistanê derket ser dikê. Girseyê tevî koma folklorê govend gerandin.

Piştî axaftina Hevserokê BDP’ê Sehalattîn Demîrtaş, Hozan Dîno derket ser dikê û mihrîcan bi coşeke mezin berdewam dike.