Li Konyayê li dijî HDP’ê êrîş
Flamayên li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cîhanbeylî ya Konyayê hatibûn daliqandin, ji aliyê kesên ku nasnameya wan nediyar ve, hatin daxistin û şewitandin.

Piştî ku HDP’î çûn avahiya navçeyê bûyer derket holê û Hevserokê HDP’a Cîhanbeyliyê Halîl Kadîroglu daxuyaniyek da û got: “Di saetên dereng ên şevê de ji aliyê kesên ku nasnameya wan nediyar ve, flamayên li pêşiya avahiya partiya me hatibûn daliqandin, hatine daxistin û şewitandin. Şahidên bûyerê gotin ku saet li dora 00.00-01.00’an du wesayîtên markaya Şahîn li ber buroyê derbas bûne û hinek kes ji wesayîtê peya bûne û al şewitandine.” Kadîroglu bi lêv kir ku ew texmîn dikin ku kê al şewitandine û wiha got: “Me li dijî êrîşên wisa tirsonek û namerd serî netewand, em ê netewînin jî. Em ê ti car destûrê nedin êrîşên bi vî rengî. Bersiva herî baş a ji bo kesên ji derbasbûna bendê ya HDP’ê ditirsin, wê di 7’ê Hezîranê de bê dayîn.”