Ozen aytaç ku li ser navê Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) tev li kampeke li Baselê bû, behsa paradîgmaya ekolojiyê, sedema koça ku sed salên dawîn Kurdan kiriye, qirkirina mirov û xwezayê li Kurdistanê kir û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî mirovahî û xwezayê sûcan dike.
Aytaç behsa qirkirina xwezayê ku dewleta Tirk li Rojava dike kir û bal bir ser xerabûna ji ber çekên kîmyewî.
Aytaç bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Li çiyayên azad ên Kurdistanê, çekên kîmyewî ku li dijî şervanên azadiyê tên bikaranîn di heman demê de xwezayê diqedîne.’’
Aytaç destnîşan kir ku modernîteya kapîtalîst pirsgirêkan çêdike û bi çareseriyên sexte sînoran datîne û anî ziman ku çareserî pergala konfederal e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş ve biriye. Aytaç da xuyakirin ku ew hewil didin nîşan bidin ku dinyayeke din mimkûn e.
Piştî panelê, niqaş hat kirin ku wê mirov çawa bikare bi hevparî tev bigere.
Aktîvîstên kampê, wê 12’ê Tebaxê li Baselê tev li meşa ‘No Borders’ bibin û 13’ê Tebaxê dawî li çalakiyên xwe yên kampê bînin.