Li Îzmît û Amedê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
HDP’ê li Kocaelî û Amedê buroyên hilbijartinê vekir.
HDP’ê li Kocaelî û Amedê buroyên hilbijartinê vekir.
HDP’ê li Kocaelî û Amedê buroyên hilbijartinê vekir.
KOCAELî
Rêxistina HDP’ê ya Kocaelî li Taxa Çukurbag a Îzmîtê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê de ku welatiyan eleqeyeke zêde nîşan dan, namzetên HDP’ê Alî Haydar Konca, Sînan Odabaş, Îbrahim Ergîn û rêveberên HDP’ê tevlî bûn.
Namzetê HDP’ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca behsa pergala serokatiyê ya Serokkomarê Tirk Erdogan tîne ziman kir û got, “Armanca Erdogan ev e ku pergala heyî bide rûniştandin û li ser vê Serokatiyê bîne.”
Paşê namzetên din ên HDP’ê Sînan Odabaş û Îbrahîm Ergîn axivîn. Vekirina buroya hilbijartinê ya bi coş destpê kir, bi govendê dawî bû.
AMED
Li Amedê li sê herêmên cuda namzetên HDP’ê bi girseyeke qerebalix û coş buroyên hilbijartinê vekirin. Merasîmên vekirinê yên li taxên Hevsel, Ben u Sen û Şehîtlîk ên girêdayî navçeya Yenîşehîr bi coş pêk hatin, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe” hatin gotin. Ji bo vekirina buroyan konvoy hatin amadekirin, girseya li derdorê jî bi nîşaneyên serketinê, çepik û tilîliyan piştgirî dan.
Di vekirina buroyan de bi Kurmancî, Dimilkî û Tirkî axaftin hatin kirin. Namzetên HDP’ê yên Amedê Altan Tan, Çaglar Demîrel, Îdrîs Balûken, Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek û Alî Şîmşek, Hevşaredarên Yenîşehîr Selîm Kûrbanoglu û Ulku Baytaş jî di vekirina buroyan de amade bûn.
Namzet Balûken di axaftina xwe ya vekirina buroyê de got ku silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîne, tax tax, kolan kolan wê bixebitin û pêwîst e hesabên qirêj ên AKP’ê vala derxin.
Piştî Balûken, Altan Tan jî bal kişand ku gumana HDP’ê ya bendê nîne, di 7’ê Hezîranê de wê li ser ji sedî 15 dengan bigirin.
Li dû axaftinan namzetên parlamenteriyê bi girseya bi coş re bi awayekî konvoy buroyên hilbijartinê yên Ben u Sen û Şehîtlîk bi tilîlî û fîşekên hewayî vekirin.