Li Îzmîrê polîsan di pîrozbahiya 1’ê Gulanê de êrîşî HDP’iyan kir! HAT NÛKIRIN

Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Qada Gundogdu ya Îzmîrê, polisan êrîşî HDP’iyan kir.

Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Qada Gundogdu ya Îzmîrê, polisan êrîşî HDP’iyan kir.

HDP’iyên ku di dema nuqteya lêgerînê ya kortejê re derbas dibûn û alên YPG’ê hildabûn, rastî êrîşa bombeyên gazê û copan ên polîsan hatin. 

Polîsan di dema êrîşê de jinek ji rûyê wê birîndar kirin û kesên bi sivikî birîndar bûn jî hebûn. Girse di encama berxwedana ku dan de ketin qadê.

Pêşî li polîsan hat girtin ku  çalakgeran binçav bikin.  Hat hînbûn ku di nuqteya lêgerînê de alozî didome.