Li Iraqê germahiya hewayê 50 derece derbas kir
Ji ber germahiya global li Iraqê germahiya hewayê 50 derece derbas kir.
Ji ber germahiya global li Iraqê germahiya hewayê 50 derece derbas kir.
Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye, germahiya hewayê 50 derece derbas kir.
Berdevkê saziya meteorlojiyê Amîr El Cabrî ji AFP’ê re axivî û got “Wê roja Duşemê germahî zêde be. Li herêmên Semave, Nasiriye, Divaniye û Necefê germahiya hewayê wê 51 derece be.”
Cabrî diyar kir wê di rojên pêş de germahî piçekî dakeve lê heta dawiya meha Îlonê wê germahiya zêde bidome.
Li Iraqê ya ku dewlemendên petrolê gelek in lê tora elektrîkê qels e û rojê çend saetan elektrîk digihêje gel. Her malbat jî nikare jeneratoreke taybet bikire.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî Iraq ji wan pênc welatan e ku bandora guherandina avhewayê zêde ye.