Li Iraqê di êrîşa bombeyî de 18 kes mirin

Li Iraqê di êrîşa bombeyî de 18 kes mirin

Li bajarên cûda yên Iraqê di êrîşên bombeyî yên li dijî polîs û leşkeran de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên rayedarên Iraqê dayî, ragihand ku êrîşa herî kujer li Bexdayê li dijî noqteyek ya kontrola leşkeran pêkhat. Hate diyarkirin ku, di êrîşa çek û bombeyî de herî kêm 11 polîs hatin kuştin.

Li Kerkûkê jî berendamên polîsan yên ji bo serlêdana kar li ber avahiya Şîrketa Petrola Bakûr ya aydê dewletê hedef hatin girtin. Hate ragihandin ku, li vir herî kêm 7 kes hatin kuştin.

Tê diyarkirin ku, di her du êrîşan de gelek kes birîndar bûne, lê belê di derbarê hêjmarê de agahî nehate dayîn.

Li Kerkûkê duh di êrîşek ya li dijî Şiiyan de 8 kesan jiyana xwe ji dest da bû.