Li Iraqê di êrîşeke li mizgeftê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Iraqê di êrîşeke li mizgeftê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Iraqê di êrîşeke li mizgeftê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa bi bombe ya li bakurê Iraqê ya li dijî mizgefteke Sûniyan de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên hêzên parastin û nexweşxaneyê, bajarê Samarra yê ku 110 km dikeve bakurê paytexta Iraqê Bexdayê, li El Ragaa ya 15 km dikeve başûrê wê bombeya ku vantilatoran de hatî bi cihkirin di dema nimêja Înê de hat teqandin. Di teqînê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din di encama teqîna bombeya ku li bakurê Bakuba rex rêyê hatî danîn de, kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Li nêzî Kerkûkê jî di serê siharê de kesekî ku hatî revandin bi guleya ku li serê wî xistî kuştî hat dîtin. Li gorî AFP’ê li Iraqê ji serê salê û vir ve nêzî 4200 kes ji ber bûyerên şidetê jiyana xwe ji dest dane.