Li Iraqê 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin
Li çiyayên Hemrînê di encama operasyona hêzên artêşa Iraqê de 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.
Li çiyayên Hemrînê di encama operasyona hêzên artêşa Iraqê de 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul bi daxuyaniyekê ragihand, ku ji bo hilanîna tola êrîşên DAÎŞ'ê yên li Kerkûk û Diyalayê, li çiyayên Hemrînê operasyonek li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin; "Operasyon li ser bingehê agahiyên hêzên rêveberiya îstîxbaratê ya Leşkerî pêk hat. Ev operasyon bi hemahengiya hêzên Fermandariya Operasyona Hevbeş, çêbû û di encamê de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Di operasyonê de hêzên asmanî jî cih girtin û cenaze jî ketine destê hêzên Iraqê de. Operasyonên me dewam dikin, ev operasyona niha jî ji bo tolhildana êrişên dawî yên DAIŞ’ê ên li ser hêzên Iraqê bû."
Hêjayî gotinê ye di rojên bihurî de çeteyên DAÎŞ'ê bi taybetî li parêzgeha Diyala û Kerkûkê gelek caran êrişî hêzên Iraqê û şêniyên herêmê kirin. Di encamê de gelek polîs û ji xelkê herêmê hatibûn kuştin.