Li Îranê 12 kes hatin darvekirin

Li Îranê 12 kes hatin darvekirin

Parêzerê Giştî yê Dadgeha Şoreşî ya Îranê Îsmaîl Sadiqî da xuyakirin ku di 21'ê Îlonê de li Qezwînê 4 kes hatine darvekirin. Hat ragihandin ku li roja Pêncşemê jî 8 kes li Yezikê hatine darvekirin.

Parêzerê Giştî yê Dadgeha Şoreşî ya Îranê Îsmaîl Sadiqî bi civîneke çapemeniyê ragihandin ku roja 21'ê Îlonê li girtîgeha Qezwînê 4 kesên cezayê darvekirinê lê hatiye birrîn, hatine darvekirin. 

Di vê navberê de hat ragihandin roja Pêncşema bihurî jî 8 kesên ku ji wan 3’ê jinin bi cezayê bazirganiya madeyên hişber kirine hatin girtin li girtîgeha navendî ya Yezik hatin darvekirin.

Îsmaîl Sadiqî da xuyakirin ku her 8 kesên hatine darvekirin “B. yê 26 salî, F.Q. yê 28 salî xelkê Gîlan, M.Y. 26 salî, D.N. 43 salî û R.M. yê 34 salî xelkê Hemedan, Z.S. , N.S. û S.H. ne."

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka deshilatdariya Hasan Rûhanî û vir ve nêzî 100 kes li Îranê hatine darvekirin.